Peroka koronavirusê, ku her diçe globaltir dibe û heta vê rojê li erdnîgarên cihê ên cîhanê jiyana bi dehan hezar mirovan standiye û hê jî distîne, li me bar dike ku em li ser hişmendiyeke şoreşger a qeyranê bifikirin! Li dijî dinyaya, ku sermiyanê bi wêneya xwe ve afirandiye, me çareyek din tune ye ku ji bo rizgarkirina xweza û mirovan em hişmendiyeke şoreşger a qeyranê bi rê bixin û şer bikin!
Bi mebesta ku nîqaşên li ser birêxistinkirina hişmendiya şoreşger a qeyranê werin kûrtirkirin û hevparîkirin, em bangewaziya xwe ya di barê qeyranê îroyîn û têkoşîna şoreşgerî de di çarçovaya van tezên jêrîn bi raya giştî ya şoreşger re parve dikin!
Tez I: Peroka koronavirusê wêneyeke kapîtalîzmê ye!
Peroka koronavirusê, berreke û encameke şerê sermiyanê ye ê ku li seranserê cîhanê li dijî hemû teşeyên jiyanê û hebûna mirovan tê meşandin. Ji ber ekosîstema xwe ya derbiderkirî û dîsa bi çeşîddariya biyolojîk a xwe ya têkşikandî, dinya hewar dike! Ev pêvajoya ku em bi derketina koronavirusê re dinasin ne karesatek awarte ye, lê provayeke dinyaya kaleran e ku li ser marastin û tunekirineke har a şêwazên jiyana xwezayî û civakî hatiye avakirin!
Tez II: Ji bo hemu zindiyan dinyayeke din gengaz e û pêwîst e!
Rastiya objektif a ku vê vîrusê derxistiye holê nîşan dide ku bêyî rexnekirina mantiqa kalerî ku kapîtalîzmê li me spartiye, têkoşîneke ekolojîk nayê meşandin. Ji ber vê yekê, pêwîstiya me bi hişmendiyeke şoreşger a qeyranê heye, hişmendiyeke ku têkiliya di navbera tunekirina xwezayê û marastina kedê rast bixwîne, û dîsa têkoşîna ekolojîk wek naveroka têkoşîna çînan fêm bike. Hem rabûna dijî vegotinên reş ku dibêjin dawiya dinyayê tê û hem jî birêxistina hişmendiyeke şoreşger a ku dê dawiya kapîtalîzmê bîne û jê wêdetir biçe divê her û her di navenda perspektîfa têkoşîna çînan de be.
Tez III: Sermiyan virus e û kapîtalîzm jî perok e!
Ev perok zûka bûye helqeyeke qeyrana aborî a ku kapîtalîzma gerdûnî di xaçerêya 2008an de pê ketibû. Di hoyên hilberandina rawestayî a kaleran û girtîbûna sînorên navneteweyî de, sermiyana gerdûnî dixwaze rêjeyên karan ku her diçin kêm dibin zede bike. Loma ew bi darê zorê beşên herî şikestok ên proleteryayê di nav mercên nexweşiya kujende de dide şixulandin û herwisa dest dide ser samanên giştî û malên hevpar jî.
Tez IV: Dewlet ne tiştekî dîtir, lê komîteyek e ku şerê navxweyî yê sermayeyê bi rê dixe!
Dewleta kapîtalîst ji hemû peywirên xwe yên mîna peydakirina karûbarên gelemperî de dûr ketiye û wek amûreke tazî ya çînî hewl dide ku pirsgirêkên ku peroka koronavirusê tîne holê birêve bike. Dewleta kapîtalîst bi sazûmana polîsê ya paramilîterbûyî û bi torên fireh yên çavdêrîkirin û kontrolkirinê wek rêxistinekê şerê navxweyî tevdigere û dîsa li gor stratejiya neolîberal a sermiyana gerdûnî, ew di amadekariyê de ye ku bi darê zorê girseyên proleteran bixebitîne û raperînên civakî yên gengaz jî bipestîne.
Tez V: Proleterya afirînerê jiyana civakî ye!
Encameke polîtîkayên neolîberal, ku bi dehsalan li dar in, ew e ku girseyên proleteran her roj bêtir hatine bêmalîkirin û ketine li nav mercên neewledar ên xebitîn û jiyînê. Diyar e ku di çarçoveya siyasî ya îroyîn de banga “#LiMalêBimîne” tenê xitaba çînên jorîn dike û girseyên proleteran neçar dike ku di nav pençeyên nêza û nexweşiyê de bi darê zorê bixebitin. Van beşên proleteryayê, ku bi etîketên îdeolojîk ên wekî “karkerê bêwesif”, “elemanê navber”, “personelê demkî/alîkar” ve hatine bênirxkirin û ji bo domandina berhevkirina sermiyanê jiyana wan hatiye qewirandin, di rastiyê de afirînerên jiyana civakî ne.
Tez VI: Têkoşîna dijî kapîtalîzmê, têkoşîna dijî pederşahîtiye jî pêwîst dike!
Heya niha bi zayînbarîya wan û bi xebatên wan ên navmalî ên bêmûçe jin wekî karkerên jinûvehilberîna civakî hatine hesibandin û ev rewş hê jî berdewam e. Di nav girseyên proleteran de jin, ku kedxwarîyê û mercên neewledar ên xebitîn û jiyînê gelek kûrtir ezmûn dikin, niha di şert û mercên vê perokê de hêj bêtir li malê tên hepisandin, keda wan a navmalî bêtir tê marastin û hebûna wan a civakî ji hêla zêdebûna tundiya mêran ve zêdetir tê tehdîtkirin. Ev tê vê wateyê ku bi navê misogerkirina dezgeha civakî û jinûvehilberînê, kapîtalîst û dewletên kapîtalîst dê pederşahîtiyê û heteronormativiteyê xurttir bixebitînin da ku bikarin jinan û kesên bi arasteyên cûda ên zayendî bêtir biçewsînin. Ji ber vê yekê, niha, pêwistiyeke mezintir ji bo perspektîfeke teorîk û stratejiyeke siyasî heye, da ku em bikanin têkiliyeke şoreşger di navbera têkoşînên azadkirina jinan û azadkirina takekesên LGBTÎ+ û têkoşîna çînan de deynin.
Tez VII: Cîhaneke azad a bêsînor û bêkedxwarî!
Di rewşek wisa dîrokî de, ji bo ku qeyrana kapîtalîzmê bi stratejiyên şerê berfireh ê emperyalîst ve were rêvebirin, bi mîlyonan mirov ji cihên xwe hatine derxistin û ji ber bêmalîkirinan mecbur mane ku koçber bin. Li ser rêyên koçberiyê û li welatên penaberiyê, koçberên belengaz di mercên bêewledarî û koletiyê de ji bo debar û jiyanên xwe têdikoşin. Lê dewletên kapîtalîst, ku politikayên sînoran û polîtîkayên ji îdeolojiyên nijadperest û neteweperest sûdegirtî dimeşînin, koçberan di bin xetera mirinê ya bi nexweşiyê perokî ve girêdayî de bi qederên xwe ve tenê dihêlin. Ji ber vê yekê, pêwîstiya me bi rojeveke birêxistinbûyina siyasî heye ku mijara koçberiyê wekî yek ji hêmanên bingehîn a têkoşîna çînan fêm bike û têkoşîna navneteweyî bi hişmendiya şoreşgerî a qeyranê bêtir gir û gur bike.
Tez VIII: Bi hişmendiya şoreşger a qeyranê divê em xwe ji bo ew tiştê ku tê amade bikin!
Li dijî cîhaneke wisa ku ji hêla têkiliyên sermiyanê ve hatiye afirandin, pêwîstiya hişmendiyeke şoreşger a qeyranê û pratîkên kolektîf ên ku tovên rizgariyê bidin çandin, wek rastiyeke sojer li pêşiya me radiweste. Em di demeke dîrokî de ne ku li erdnîgarên cihêreng ên cîhanê, gelek pratîkên hevgirtinan, ku hêvî didin me û asoya me ronî dikin, têne ceribandin û girseyên proleteran, ên ku di nav pençeya birçîbûn û mirinê de ne, hewl didin û jevdûr bin jî “ji birçîna serhildan” dikin, û bi ser de, ji bo cîhaneke nû, hişmendiyeke kolektîf xwe jixweber bi rêxistin dike! Ev berpirsiyariya kirdeyên şoreşgeran e ku rêbazên birêvebirina vê deme dîrokî bêtir nîqaş bikin û ji bo ew tiştê ku tê amadehî bikin.
Tez IX: Mirovatî bi Enternasyonalê re rizgar dibe!
Wekî nîşaneya kapîtalîzma gerdûnî, peroka koronavirûsê di demeke kurt de li cîhanê belav bû û gihîşt asteke xof ku hemû gelên cîhanê xiste nav xetereyeke mezin. Ev pirsgirêka gerdûnî, ku dewletên kapîtalîst hewl didin bi polîtîkaya girtina sînoran re birêve bibin, fîşeka nîşanan ne ji bo rojanebûn û girîngiya tekoşîna navneteweyî. Komunîzma sedsala 21an bê guman dive navneteweyî be. Pêdiviya me ya ji bo pratîkên birêxistinbûna şoreşger a navneteweyî, ên ku dê têkiliyên hevkariyê di navbera proleteryaya cîhanî û gelên bindest de bihonînin, eşkere ye.
Tez X: Ber bi Komunîzma Sedsala 21ê!
Li hember sermiyanê birêxistinkirina tevgera girseyî ya spontan bi awayekî şoreşgerî bi rastî nakokiya herî girîng a têkoşîna şoreşgerî ye di van hemû pêvajoyan de. Pewîstî bi praksiseke şoreşger, ku dijî dabeşbûna girseyên proleteran têbikoşe û şerê navxweyî yê di nava proleteryayê de wek şerekî dijî kapîtalîzma gerdûnî ji nûve ava bike, heye û bersivên kolektîf ên ku jibo vê pêwîstiyê werin afirandin bê gûman di sedsala 21ê de dê pêşeroja komunîzmê jî diyar bikin.
Tez XI: Tiştê sereke guhertina dinyayê ye!
150 sal berê, Marxî têkiliya teoriya şoreşgerî ya bi praksîsê re kir rojevê û bi bîr xist ku pirsgirêka sereke guherandina cîhanê ye. Kirdeyên şoreşger ên îroyîn divê xwedî li vê perspektîfê bin û perspektîfeke têkoşînê ya ku cûdahiya di navbera keda serî û destî de red dike bipejîrin. Rojeva herî girîng a têkoşîna şoreşger ev e ku bi pêvajoyên xwe-rêxistinkirinê, divê ezmûnên spontan ku têkiliyên hevkariyê di nav girseyên proleteran pêş dixin û pratîkên rêxistinî yên şoreşger bihevre werin girêdan.
Kosnig Kolektif
Werger: Kemal Bektaş