Deprecated: Redux::setHelpTab ilevi, Redux 4.3 sürümünden bu yana kullanımdan kaldırılmıştır. Bunun yerine Redux::set_help_tab( $opt_name, $tab ) kullanın. in /var/www/vhosts/kostebek-kolektif.org/httpdocs/wp-includes/functions.php on line 5453

Deprecated: Redux::setHelpSidebar ilevi, Redux 4.3 sürümünden bu yana kullanımdan kaldırılmıştır. Bunun yerine Redux::set_help_sidebar( $opt_name, $content ) kullanın. in /var/www/vhosts/kostebek-kolektif.org/httpdocs/wp-includes/functions.php on line 5453
Ciwanên Hindistanê - Erdal Eren - Köstebek Kolektif

Ciwanên Hindistanê – Erdal Eren

In Devrim, Emperyalizm, Komünizm, Köstebek Mic

[Strana resen bi zimanê hindî ye ku ji aliyê Delegasyona Ciwanên Hindî hatibû nivîsandin ku ew di navbera 16 tîrmeh- 01 gelawêj 1983 beşdarî 6’emîn Kampa Navneteweyî ya Ciwanên Antî-faşîst û Antî-emperyalist a li Roskildeê, Danmark, bûbûn û wê di Civîna Girtina Kampê de strîbûn. Em wergereke nêzîk a gotinên vê stranê pêşkêşî bala we dikin. (2) ya di dawiyê rezeke nîşan dide ku ew rêz dubare dibe.]

Di navbera 16 tîrmeh û 01 gelawêjê sala 1983ê de li bajara Roskilde a Danmarkê 6’emîn Kampa Navneteweyî ya Ciwanên Antî-faşîst û Antî-emperyalîst hatibû lidarxistin û Tirkiye, Hindistan, DYA, Kanada û Almanya jî têde ji gellek welatan gellek rexîstinên ciwanên şoreşger tevlî vê kampê bûbûn. Ev kampa ciwanan di atmosfereke wisan de derbas bûbû ku li Tirkiyê faşîzma 12ê Îlonê hê jî li dar bû û li cîhanê jî sîstema kapîtalîst ji nû ve dihat sazkirin û loma ji ber bandora şoreşgerên Tirkiyeyî, dirûşma ‘Bimre Faşîzm, Azadî ji Gelê re’ ji aliye hemû rêxistinên beşdar ve hatibû pejirandin.

Endamên Delegasyona Ciwanên Hindistanê ku beşdarî vê kampê bûbûn ji bo bîranîna Erdal Erenî, ku bi destê rejîma 12ê Îlonê ve hatibû qetilkirin, marşeke danîbû û ew strîbû. Em jî da ku dilopeke av biguhêzînin bîra têkoşîna navneteweyî, vê marşê ku di sala 1983ê de hatibû ristandin bi gotinên resen ango bi hindî, û dîsa bi tirkî û îngilîzî pêşkêşî we dikin.

Giramên mezin ji bo yadaşta Erdal Erenî…

Em spasiyên xwe pêşkêşî birêz Ferudun û Sahilde Top dikin ku wan tomara vê stranê di arşîvên xwe de bi gellek salên dirêj parast û dawiyê dawî ew bi me re parve kirin.

Kosnig Kolektif

 

Ciwan gişt bûn Erdal Eren

Da ku bişkînin zincîrên zilm û koletiyê (2)

Ciwan gişt bûn Erdal Eren

Da ku bişkînin zincîrên zilm û koletiyê (2)

 

Ji çar aliyê cîhanê

Ciwan li vir gihîştin hev

Evîna azadiyê

Her di dil û mêjiye wan de

 

Ciwan gişt bûn Erdal Eren

Da ku bişkînin zincîrên zilm û koletiyê (2)

 

Ciwanên cîhanê xwe dan hev li Denmarkê

Da ku bilind kin daxwazekê

Bimre Faşîzm!

Azadî ji bo gelan!

 

Ciwan gişt bûn Erdal Eren

Da ku bişkînin zincîrên zilm û koletiyê (2)

You may also read!

Gazze’de savaş, Ukrayna’da savaş, ” savaş ekonomisi “… Kapitalizm savaştır, kapitalizme karşı savaş!

Başlamasından 5 ay sonra, İsrail ordusunun Gazze’de yürüttüğü savaş, UNICEF’e göre %70’i kadın ve çocuk olmak üzere, çoğunluğu silahsız

Read More...

Dublin’de İşçi Bayramı Konuşmasından (James Connolly, 1915)

Bay James Connolly, bazı insanların şüphelerine, korkularına ve imalarına rağmen bu yıl muhteşem bir katılım olduğunu söyledi. O gün

Read More...

Karl Liebknecht’in 1 Mayıs 1916 Konuşması

Potsdamerplatz, Berlin’de 1 Mayıs 1916 tarihinde gerçekleştirilmiştir. (Gösteride hazır bulunan bir kişinin raporu) BERLİN, 1 Mayıs. Sabahın çok erken

Read More...

Mobile Sliding Menu